Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê bajarê Ciwanro yê rijiyane ser şeqaman

12:03 - 31 Kanûna pêşîn 2022

Welatiyên bajarê “Ciwanro”yê piştî givaşên hêzên rejîmê li goristana wî bajarî ber bi şeqamên wî bajarî meşiyan û niha li çepera şeqam li hember hêzên rejîmê sekinîne.

Pêka wêne û vîdoyên hatinî belavkirin ciwanên bajarê “Ciwanro”yê li ser şeqaman li dijî rejîmê bi kevir û hesinan ji xwe re mertal çêkirine.

Hêzên rejîmê bi guleyên şer û guleyên saçimeyê û gazên rundikrêj teqe ji xelkê dikin û her di vê derheqê de hatiye ragihandin ku çend welatî jî hatine birîndarkirin.

Rijiyana xelkê bo ser şeqaman di demekê de bû ku, xelkê bajarê Ciwanro yê îro 10`ê Befranbarê dixwastin di çileya 7 şehîdên wî bajarî li ser tirba wan amade bin û çileya wan bilind ragirin, lê, digel giwaşên hêzên rejîmê rûbirû bûn û hêzên hov yên rejîmê rêya beşek zêde ji xelkê û malbatên şehîdan girtin, lê, beşek zêde ji xelkê li rêyên cuda çûne ser gortistana “Hacî Îbrahîm” û li hember hêzên rejîmê berxwedan.

“Zanyarî dê nû bin”