Îro Şemî 10`ê Befranbara 1401`an,”Borhan Elyasî”, ciwanê şoreşger yê xelkê bajarê Ciwanroyê ku di merasima çileya şehîdên serhildana nû ya Kurdistan û Îranê de li wî bajarî amade bibû, bi destê hêzên serkutkar yên Komara Îslamî şehîd bû.
Piştî vê ku xelkê bivêr yên bajarê Ciwanroyê kom bibûn daku li goristana Hacî Îbrahîm, li merasima çileya şehîdên Şoreşa “Jîna”yê di wî bajarî de beşdar bibin, ji aliyê hêzên rejîma Tehranê ve êrîş ser xelkê hat kirin û şer û pevçûn derket holê.
Her di vê pêwendiyê de, bilî şehîd bûna “Borhan Elyasî” ciwanê şoreşger yê wî bajarî, zêdeyî 10 xwenîşander ku yek ji wan nûciwanek temen 14 saliye, bi teqeya rasterast ya hêzên rejîma xwînmij birîndar bû.
Herwisa, xelkê şoreşger yên bajarê Ciwanroyê bi nîşana hevxemî digel malbata “Borhan Elyasî” ku ji aliyê hêzên terorîst yên rejîma Tehranê ve şehîd bû, li ber deriyê mala bavê wî kom bûn.
“Borhan Elyasî”yê temen 22 salî bi sebeba berkevtina goleyên şer di pêvajoya xwenîşandanan de hat şehîdkirin û termê wî bi amadebûna xelkek zêde li gorsitana “Hesen Gayer” ya Ciwaroyê bi axê hat spartin.