Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêza Deryayî ya Amerîkayê ya li Yemenê gemiyeke masî girtinê ku çek qaçax dikir girt

10:38 - 4 Kanûna pêşîn 2022

Roja Şemî 12`ê Sermaweza 1401`an Hêza Deryayî ya Amerîkayê gemiyek masî girtinê ku barê wê Yek milyon gulle û herwisa rakêt havêj bû û li Îranê ber bi Yemenê ve di rê de bû girt.

Fîloya Pêncem a Amerîkayê ya li Behrêynê di daxuyaniyekê de ragihand, roja Pêncşemî 10`ê Sermawezê hêzên wê navendê gemiyeke masî girtinê ku li Îranê ber bi Yemenê ve di rê de bû girtin û barê wê jî gulle û rakêk havêj bûye.

Herwisa vê navenda Hêza Deryayî ya Amerîkayê di meha Çiriya Paşîn de jî gemiyek din ya masî girtinê ku dubare her li Îranê ber bi Yemenê ve di rê de bûye girtine û barê wê jî madeya ku bo şewata mûşekan bikar tê bûye.