Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bultena nûçeyî ya Fermandê Spaha Pasdaran hate hekkirin\ “Besîcên me hêza xwe ya berevaniyê ji dest dane”

11:29 - 1 Kanûna pêşîn 2022

Piştî vê ku girûpa hekkiriya “Black Reward” Ajansa Nûçegihaniya Fars ya ser bi Spaha Pasdaran hek kir, bultena nûçeyî ya nihînî ku ji bo Fermandê Spaha Pasdaran a terorîst hatibû amadekirin, belav kiriye û di vê bultena nûçeyî de nûçeyên hundirî yên rejîmê, fermanên rêberê rejîmê û amarên pêwendîdar bi civatgeha Îranê û xwenîşanderan hatiye belavkirin.

Ev bultena nûçeyî piştî hevdîtina rêberê rejîmê, Elî Xamineyî bi Besîciyan re hatiye amadekirin.

Di beşeke vê bultenê de îşare bi amarên saziyên rejîmê hatiye kirin, ku li gorî wê %51 li dijî hîcaba bi zorê ne. 53 ji sedî ji reftarên hêzên Întizamî nerazî ne. 56 ji sedî xelkê bawerî bi berdewamiya proseya xwenîşandanê heye û %48 jî xema perçebûna Îranê nînin.

Li gor amarên ku di Bultena Fars de hatine amadekirin, %84 ji xelkê Îranê, xwenîşandanên ser şeqaman sedema kêmbûna pirsgirêkan dinirxînin.

Di beşeke din a bultena nûçeyî de hatiye, mezintirîn destkevta xwenîşandanan eva ye ku tirsa xelkê ji hêzên leşkerî û polîsî nemaye.

Di beşeke din