Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Zahidanê hêzên rejîma serkutkar avahiyên Belûçan dihiloşînin

11:52 - 4 Kanûna pêşîn 2022

Çalakvanên medyayî yên Belûç bi belav kirina hin dîmenan, nîşan didin ku hêzên rejîma serkutkar yên li Zahîdanê, avahiyên hevwelatiyên Belûç dihloşînin.

 Pêka dîmenên ku çalakvanên medyayî yên Belûç belav kirine, roja Şemî 12`ê Sermaweza 1401`an hêzên serkutkar yên rejîmê li şehreka “Cîhad” a ser bi bajarê Zahidanê, êrîşî kirine ser hevwelatiyên Belûç yên wir û avahiyên wan hiloşandine.

Her di vê pêwendiyê de, û pêka gotina wan çalakvanan, hevwelatiyê Belûç yê bi navê “Esed Şebexiş” ku hewl dabû pêşî ji hiloşandina avahiya wî bê girtin, lê, hêzên serkutkar yên rejîmê lêxitine û derbe li serê wî kevtiye.