Roja Şemî 12`ê Sermawezê, heyetek rêberatiya PDKÎ bi serpereştiya “Xalid Ezîzî” Berdevkê Hizbê seredana ofîsa siyasî ya Hizba Şû`î ya Kurdistanê kir û ji aliyê heyeta wê Hizbê ve bi serpereştiya Dr. “Kawe Mehmûd” Sekreterê Hizba Şû`î pêşwazî ji wan hat kirin.
Di vê hevdîtina dostane de ku, bi mebesta nûkirina pêwendiyan piştî yekgirtina Hizba Demokratê û guherinkariyên Îran û Kurdistanê û herwisa destdirêjiyên Komara Îslamî bo ser Herêma Kurdistanê û mûşekbarana binke û malbatên PDKÎ pêk hatibû.
Di destpêkê de “Xalid Ezîzî” Berdevkê PDKÎ, tevî spasîkirin ji pêşwaziya gerim a Hizba Şû`î, basek li derheq dawîn pêşhatên siyasî yên dever û Îranê kir.
“Xalid Ezîzî” di gotinên xwe de bas ji pêwendiya dostane û dêrîn yên Hizba Şû`î kir û bas ji rola wê Hizbê di pêwendiya di navbera her du aliyên Demokratan de kir û ragihand ku em mala Hizba Şû`î bi mala xwe dizanîn.
“Ezîzî” di dawiya gotinên xwe de bas ji şoreşa “Jîna” yê li Îran û Kurdistanê kir û bas ji rewşa niha ya şoreşê kir û nêrîna xwe li derheq paşeroja wê şoreşê bas kir û herwisa bas ji reftarên rejîma Îranê û êrîşên mûşekî bo ser binkeyên PDKÎ kir û ragihand ku rejîma Îranê li derheq şoreşa xelkê de damaye.
Di beşek din a gotinên xwe de bas ji vê yekê kir ku ti beşek ji Kurdistanê nikare bê alî be li derheq beşên din yên Kurdistanê û xebat li hemû beşên din yên Kurdistanê ji hev qetandî nîne.
Di berdewamiya wê hevdîtinê de Dr. “Kawe Mehmûd” bas ji dîtingeha xwe bo ser şoreşa “Jîna” yê kir û ragihand ku bi nêrîna wî ew bûyerên hanji xwenîşandanê çûye der û bûye şoreş û bandorek zêdetir li Bihara Erebî li ser deverê dadinê.
Piştî gengeşekirin li ser rewşa Îran û xebata hizbên Rojhilatê bi taybet Hizba Demokrat bas ji pêwendiya di navbera her du aliyan hat kirin.