Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Danîmarkê kombûna rêzgirtin li şehîdên şoreşa “Jîna”yê birê ve çû

12:39 - 4 Kanûna pêşîn 2022

Kombûna rêzgirtin li şehîdên vê dawiyê yên serhildana gelên Îranê, ji aliyê Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê li welatê Danîmarkê birê ve çû.

Roja Şemî rêkevta 12`ê Sermaweza 2022`an(3`ê Kanûna Pêşîna 2022`anÇ), ji aliyê Navenda Hevkarî ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê kombûnek bo rêzgirtin ji cangoriyên şoreşa “Jîna”yê li bajarê “Albertslund” a welatê Danîmarkê li nêzî Copenhagen paytext birê ve çû.

Herwisa li destpêka kombûnê de, “Şanaz Kakeazer û Mûnîre Secadiyan” weke pêşkêşkarên vê kombûnê mebesta pêkanîna wan kombûnan bo beşdarbûyan bas kirin.

Kombûn bi xwandina sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji riha pak ya şehîdên Hizb û gel destpê kir.

Piştire, peyama Navenda Hevkarî ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê “Nîgar Mîrxanî” ve hat xwandin.

Herwisa di beşek din a vê bernameyê de ku, ji aliyê girûpa birêveberiya wê kombûnê hatibû amadekirin bi mezinahiya şehîdan serê xwe tewandin.

Piştire mamoste “Amanc”  ji beşdarbûyên vê kombûnê , mozîkek li ser navê “Hawara Şehîdan” pêkêşî amadebûyan kir.

Di berdewamiyê de, helbestek ji aliyê “Vehîd Nadirî” û pexişanek ji aliyê “Kejwan Yûsifî” ku her du jî “Ehmed Rehmanî” vehonandibûn pêşkêş kir.

Herwisa helbestek bi zimanê Danimarkî ji aliyê “Mehmûd Erdem” û pexişana bi navê “Bo bavê min yê şehîd”bi zimanê Danimarkî ji aliyê “Xalid Paryad” ve hat pêşkêşkirin.

 Kombûn bi xwandina sirûda “Ey şehîdan” dawî pê hat.