Xwandekarên zanîngeha Azad a bajarê Sinê bo mangirtina rojên “14,15 û 16”ê Sermawezê banghêjiyek belav kirin.
Xwandekarên zanîngeha “Sinê” di banghêjiya xwe de belav kirin ku, û gotin em di sêyemîn meha şoreşa seranserî ya xelkê bi şeref û azadîxwaz yên Îranê de ne û em di rêyek dijwar de ne, em weke xwandekar û weke texek bandordar yê civakê digel xelkê hevahengin û me nîşan daye ku bi hêzek zêde wê rêyê didomînin.
Xwandekarên zanîngeha “Sinê” ragihandin ku, em li rojên “14, 15 û 16”ê Sermawezê tevlî mangirtinan dibin û li ser polên xwandinê amade nabîn.