Şeva Şemî 12`ê Sermawezê, malbatên binçavkiriyên serhildana seranserî yên bi navên “Mehdî Şahmuradî, Husên Şahmuradî û Yasir Ensarî” welatiyên bajarê “Abdanan”ê ya girêdayî bajarê “Îlam”ê li hember dozgera wî bajarî kombûn da ku li derheq qedera xortên xwe agehdar bin.
Wan malbatan bi bilindkirina pilakartan ku li ser wan hatine nivîsandin “heta azadkirina bavê xwe ez li wir disekinim” “Birayê min bê tawan e, wî azad bikin” “Hevjîna min azad bikin” li hember dozgeriya bajarê “Abdanan”ê kombûn.
Hêzên hov yên rejîma Îranê tevî bersivnedan bi daxwazkariyên wan êrîşkirine wan wan jin û zarokan û li wan xistin.