Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Mafê Mirovî a Îranê: Hejmara bidarvekirinan li Îranê gihîşte 500 kesî

10:31 - 5 Kanûna pêşîn 2022

Saziya Mafê Mirovî a Îranê dibêje, roja Yekşemî bi îdamkirina çar kesan, hejmara bidarvekirinan li Îranê ji 500 kesan derbas bûye û ev hejmare ya 11 mehên sala 2022an e.

Rêxistina Mafê Mirovî a Îranê daye zanîn ku çar hevwelatiyên Îranê yên bi navên “Husên Erdûxanzade, Şahîn Îmanî Mehmûdabad, Mîlad Eşrefî Atbatan û Menûçehr Şehbendî”, roja Yekşemî bi tohmeta “hevkarîkirin bi dezgeha Îtilaata Îsraîlê û revandina xelkê” hatine îdamkririn, daye zanîn: “Ceza îdama wan 4 kesan li girtîgeha Recayîşehr a Kerecê hatiye cîbicîkirin û ev yeka jî di halekê de bûye ku mewdaya girtin û îdamkirina van kesan kêmtir ji heft mehan bûye.

Wê saziya mafê mirovî daye zanîn ku li sala 2021an zêdetir ji 333 kes li Îranê hatine bidarvekirin, lê îsal ev amara bilind bûye û gihaye bi 500 kesan zêdetir.