Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdevkê PDKÎ: Serhildana li dijî dîktatoriya li Îranê komek derfet bo Kurd û tevgera rewa ya vê afirandiye

10:33 - 5 Kanûna pêşîn 2022

Di hevdîtina di navbera Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê, serhildana nû ya gelên Îranê ya li dijî rejîma Komara Îslamî û rol û pêgeha Kurd di vê serhildanê de hat hate baskirin.

Roja Yekşemî rêkevta 13`ê Sermaweza 1401`an, heyeteke PDKÎ bi serperestiya Berdevkê Hizbê “Xalid Ezîzî”, seredana Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriye li Hewlêrê kir û ji aliyê heyeteke vê Hizbê ve bi serperestiya “Dr. Ebdulhekîm Beşar”, Cihgirê Serokê Yekîtiya Opozîsyona Sûriyê ve pêşwazî jê hate kirin.

Di destpêka vê hevdîtinê de, Berdevkê PDKÎ, “Xalid Ezîzî” basek siyasî li derheq serhildana gelên Îranê ya li dijî rejîma Komara Îslamî, rol û pêgeha Kurd di vê serhildanê de û siyaseta serkutkarî ya rejîmê li hember daxwazkariyên xelkê serhildayî pêşkêş kir.

Navbirî di berdewamiya axavtinên xwe de taybet li ser derfetên siyasî ku di vê serhildanê de bo Kurd û tevgera rewa ya vê hilkeftiye bas kir û yekgirtiya xelkê Kurdistanê û hêz û aliyên Kurd wek zamina çawaniya mifahvergirtin li wan derfetan diyarî kir.

Herwisa Berdevkê Hizbê di beşek din a gotinên xwe de êrîşên mûşekî yên rejîmê bo ser binkeyên PDKÎ û aliyên din yên Kurdistanê û serkutkirina tund a xelkê serhildayî yên bajarên Kurdistanê îşare pê kir û bas ji wan pîlan û siyasetên rejîmê kir ku, bi hemû şêwazî hewl dide bi rêya pêkanîna şer di Kurdistanê de û êrîş bo ser Hizban, hizra giştî a xelkê di vê demê de ji rê derxîne û lawazî û bêçaremana xwe li hember îradeya cemaweriya serhildana Îranê vebişêre.

Di beşek din a vê hevdîtinê de, heyeta Partiya Demokrat li Sûriyê tevî pejrandina siyaset û helwestên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Navenda Hevkarî li hember serhildana Îranê, bas ji rewşa Kurd li Rojavayê Kurdistanê û hinek pirsên taybet bi wê rewşê kir.

Di dawiyê de herdu heyetên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê, pêwendiya dîrokî ya her du Partiyan û berdewamkirina dostatiya herd du aliyan bilind nirxandin.