Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cawîd Rehman li derheq sizaya bidarvekirinê bo xwenîşanderên Îranê hişdarî da

11:35 - 1 Kanûna pêşîn 2022

Roja Sêşemî 8ê Sermaweza 1401an, raporterê taybet yê mafê mirov li Saziya Navneteweyî li Îranê bi îşarekirin bi hewlên nû yên rejîma Îranê li derheq sizayên bidarvekirinê bo xwenîşanderan nîgeraniya xwe nîşan da.

Rehman Cawîd di gotûbêja digel Nûçegihaniya “Routers”ê de got: Pêkhatina Komîteya Lêkolîna Heqîqtan ya Saziya Navneteweyî dibe ku Komara Îslamî bona serkutkarî û tundûtîjiyên zêdetir a xwenîşanderan han bide.

Pêka gotina Cawîd Rehman, heta niha 21 xwenîşanderên hatinî binçavkirin digel metirsiya bidarvekirinê rû bi rû ne û dibe ku ev amar zêde jî bibe.

Cawîd Rehman di berdewamiyê de got: Rayedarên Komara Îslamî hewlên nû ji bo cezadana xwenîşanderan bi darvekirinê dest pê kiriye.

Şêwreya Mafê Mirovî ya Navneteweyî roja Pêcşemî 3`ê Sermawezê,  civînek taybet li derheq serkutkariyên xwînayî yên xwenîşanderan ji aliyê rejîma Îranê ve lidar xist û di vê civînê de 25 endamên şêwreyê bi hev re û bi hevdengî li dijî siyasetên serkutkarane û komkujiya  xwenîşanderan li Îranê di biryarnameyekê de daxwaz kirin da ku komkîteya lêkolîna heqîqetan li derheq binpêkariyên mafê xwenîşanderan û jinan û keçên Îranê tomar û lipeykevtinê bikin.