Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

"Emmanuel Macron" binçavkirina çend welatiyên Feranseyê ji aliyê Îranê ve şermizar kir

12:09 - 5 Kanûna pêşîn 2022

Serokomarê Feranseyê "Emmanuel Macron" roja Yekşemî 13ê Sermawezê di hevpeyvînekê de digek belavoka “Lo Parîzîn”ê ragihandiye ku 7 welatiyên Feranseyê ji ailyê rejîma Îranê ve hatine binçavkirin ku bi sedemên akadimîk serdana Îranê kirine û ew karê Îranê ji ailyê me ve nayê qebûlkirin.

Herwisa navbirî binçavkirina wan 7 welatiyên xwe şermizar kir û ragihanid ku rejîma Îranê di vê derheqê de gelek direw kirine.

"Macron" di beşeke dinê de raghandiye ku ew 7 kes ji ailyê rejîma Îranê ve bi tohmeta sîxurî hatine binçavkirin û em welatiyên xwe di girtîgehên Îranê de tenê nahêlin, û emê ji bo azadiya wan hemû hewla xwe didin.

Navbirî daye zanîn, çendîn welatên din seba wê karê rejîma Îranê rastî arîşeyan hatine.