Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kamiyondarên bajarên Kurdistanê jî tevlî gireva seranserî bûn

12:37 - 5 Kanûna pêşîn 2022

Îro roja Duşemî 14ê Sermawezê, tevî vê ku li tevahiya bajarên Rojhilatê Kurdistanê li hember zordarî û serkutkariya rejîma Îranê girev girtin û dukan û bazarên xwe daxistin, ajotvanên kamiyondaran jî tevlî vê girevê bûn.

Li bajarê Sineyê bi giştî ajotvanên kamiyonên barhilgir girev girtin û nayek mezin gotine rejîma Îranê.

Îro li piraniya bajarên Îran û Kurdistanê hemû tex û qatên civatgehê bi şêweyên cuda girev girtine.