Endam û alîgirên Hizba Demokrat bo piştevanî ji şoreşa “Jîna”yê û herwisa lihemberderketin li dijî caş û xwefiroşên Seqizê çalakiyek banghêjî lidar xistin.
Roja Yekşemî 13ê Sermawezê, endam û alîgirên PDKÎ li gundê “Yazîbilaxî” yê girêdayî bajarê Seqizê bi nivîsandina siloganan li ser dîwarê mizgevtê, û mala caş û xwefiroşekî, piştevaniya xwe ji şoreşa “Jîna”yê û Rasana Çiya û Bajar dane nîşandan.