Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du girtiyên Belûç li girtîgeha navendî ya Zahidanê hatine bidarvekirin

16:26 - 5 Kanûna pêşîn 2022

Li gor Kempeyna Çalakvanên Belûş, sibêdeha îro roja Duşemî 14ê Sermawezê, du hevwelatiyên Belûç ku berê bi tohmeta “madên hişber” hatibûne cezadan, hatine îdamkirin.

Nasnameya wan du girtiyan bi “Nasir Umerzehî” yê 32 salî û kurê Çirax û xelkê bajarê Xaşê, û “Elîriza Naroyî” yê 39 salî û kurê Mihemed û xelkê Zahidanê û rûniştiyê bajarê Xaşê hatiye zanîn.

Hatiye zanîn ku di halekê de ew girtiyane hatine bidarvekirin ku ne malabata wan hatine agehdarkirin û ne jî dawî hevdîtina wan digel malbatên xwe hebûye.

Li gor amara Kempeyna Çalakvanên Belûç, li sala 2021an zêdetir ji 79 Belûç di girtîgehên rejîmê de hatine bidarvekirin.