Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çileya Sarîna Saidî li goristana Beheşta Mihemedî ya bajarê Sineyê bi rê ve çû

16:58 - 5 Kanûna pêşîn 2022

Îro roja Duşemî 14ê Sermaweza 1401an a Rojî, çileya Sarîna Saidî li goristana Beheşta Mihemedî ya bajarê Sineyê bi amadebûna xelkek zêde bi rê ve çû  û xelkê amade li dijî rejîmê silogan dan.

Êvariya roja Çarşemî 4ê Xezelwerê, Sarîna Saidî ya 16 sal û keça Haşim, di nav xwenîşandanan de ji ber lêdana hêzên ewlehî yên rejîma serkutkar bi giranî birîndar bibû û bi sedema giraniya birînên xwe canê xwe ji dest da.