Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Ti nîşandek li derheq baştirbûna rewşa jinan li Îranê nayê dîtin

11:13 - 6 Kanûna pêşîn 2022

Amerîka li derheq bertek nîşandana li hember propagendiyên rejîma Îranê yên li derheq daxistina çalakiyên “Geşda Îrşad” û hewlên rejîmê bo ji rê derxistina hizra civaka cîhanî de ragihand ku heta niha ti cure nîşanek bo baştirbûna rewşa jinan li Îranê li gorê de nine.

Roja Duşemî 14`ê Sermaweza 1401`an, berpirsekî Koşka Spî a Amerîkayê ku nexwastiye navê wî eşkere bibe di gotûbêjekê de digel Nûçegihaniya “Al - Arabia” de, li derheq propagendeyên rejîma Îranê yên li derheq daxistina çalakiyên “Geşda Îrşad”a wê rejîmê de gotiye: “Ev kiryara tenê kiryarek nimayêşî ye bo propagende û ji rê derxistina hizra giştî ya civaka cîhanî ye û heta niha rewşa jinan li Îranê ber bi xirabbûnê ye”.

Ji aliyek din ve nûnerê Almaniyayê yê li parlemena Ewropayê de gotiye: “Îdiaya daxistina Geşda Îrşadê ji laiyê rejîma Îranê ve tenê bo ji rê derxistina heqîqetan e û cinayetên wê rejîmê yên weke, bidarvekirin, binçavkirina serberdayî û destdirêjiya sexî li girtîgehên rejîma Îranê de ji aliyê berpirsên wê rejîmê ve, bûye bi heqîqeteke metirsîdar a rojane.”