Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama ciwanên şoreşger yên bajarê Mehabadê rû li xelkê Kurdistanê

11:21 - 6 Kanûna pêşîn 2022

Ciwanên çavnetirs û şoreşger yên bajarê Mehabadê, rû li xelkê Kurdistanê bitaybet ciwanên nîştimanperwer yên Mehabadê peyamek belav kirin.

Deqa peyamê wiha ye:

Xelkê xebatkar û  birûmet û camêr yên Mehabadê!

Her çawan ku agehdarin em wekî xelkê Mehabadê, me demsala Payîza îsal bi verîna pelên delal yên ezîzên xwe, ciwan û gencan dest pê kir û bi dehan ciwanên bajarên me bi destê rejîma seydare hatine şehîdkirin û bi sedan ciwanên me û hemû bajarên Kurdistanê her niha di bin îşkenceyên hêzên dagîrker de di girtîgehan de ne û hêviya wan tenê şoreş û piştevaniya xelkê bivêr yên Kurdistanê ye.

Rejîmê ji çend xwedî dukanan re ragihandiye ku girevê birê ve nebin û karek wisa encam bidin ku cîran dukanên xwe bi axavtinên “bê bingeh bo xelkê Tehranê nekevin girevê”, wan bixapînin û serê spêdeyê demjmêr 8:00 heta 10:00 şevê dukanan vekirî bihêlin, ji ber vê yekê ku xelk bêjin li Mehabad di wan du rojan de girev û serhildan nebûye.

Em ciwan û xelkê birûmet yên bajarê Mehabadê bo carek din digel malbatên şehîdan û malbatên binçavkiriyên Kurdistanê peymanê nû dikin û ji xebatê mandî nabin û hemû bihevre li rojên 15 û 16`ê Sermawezê, bi girevgirtina seranserî pîlanên rejîmê pûç dikin û bo carek din ji rejîma Axûndî re didin selmandin ku Kurd yekgirtî ye û ji xebatê mandî nabe.