Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeva derbasbûyî xelk li ser şeqaman bûn

11:26 - 6 Kanûna pêşîn 2022

Şeva Sêşemî 14ê Sermawezê li bajarên Rojhilatên Kurdistanê û Îranê piştî mangirtina seranserî ya li tev bajaran xelk di heyama şevê de hatine ser şeqaman û xwenîşandanên xwe yên li dijî rejîmê berdewam kirin.

Li bajarên Îranê yên weke: “ Tehran, Lahîcan, Zencan, Qezwîn, Meşhed, Kerec, Hemedan, Amul, Şîraz, Benderebas, Eslamşehir,Buşehir, Kehgîloye û bûyerehmed” û çendîn bajarên din xelk rijyabûne serşeqaman.

Xelk li wan bajaran bi girtina rêyan bi agira, şewitandina wêne û benêrên rêberên rejîmê û Qasim Sulêmanî û alaya rejîmê, dana siloganan li dijî rejîmê û binyata wê, şewitandina binke û cihên girêdayî rejîmê, kerib û kîna xwe ji rejîma mirovkuj dane nîşandan.

Herwisa li bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî yên weke: “ Sine, Seqiz, Ciwanro, Kirmaşan, Îlam, Urmiye, Merîwan, Dêwilan, Gêlanxerib” û çendîn bajarên din xelk piştî mangirtina seranserî û daxistina dukan û bazaran bi awayekî seranserî di heyama şevê de jî rijyane ser şeqaman û li dijî rejîmê û binyata wê rejîmê xwenîşandan lidar xistin.