Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya sê hevpeymaniyên siyasî ji bo roja Xwendekaran

11:57 - 6 Kanûna pêşîn 2022

Kongireya Netewên Îrana Federal, Şêwreya Demokrasîxwazên Îranê û Hevpeymanî bo Azadî û Wekheviyê li Îranê bi daxuyaniyekê piştgirî dane grev û xwenîşandana 16 ê Sermawezê ya roja Xwendekaran.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Emê di roja Xwendekaran de bi yekdeng bin digel xwendekaran li dijî zilm û zordariyê û kevneperestiyê

16ê Sermawezê roja Xwendekaran a îsal hevdem e digel serhildana giştî ya gelên Îranê li dijî rejîma Axûndî û her ji destpêka serhildanê ve zanîngeh û xwendekarên zanîngehê roleke girîng di wê serhildanê de lîstine..

Şêwreya Sendîka û Rêkxistinên Xwendekaran û herwisa Encumena Şoreşgeriya Şeqamên Kurdistan û Îranê di daxuyaniyekê de banghêjî ji bo 16ê Sermawezê roja Xwendekaran belav kirine û hin ji hizb û rêkxirawên civakî û medenî, rêkxirawên çandî û herwisa kesên naskirî yên Îran û Kurdistanê piştevaniya xwe ji wan sê rojên mangirtin û serhildanê û bi taybet di 16ê Sermawezê roja Xwendekaran de, careke din dubare kirine û ragihandine ku têkoşîn û şoreşa li dijî dîktatorî û rejîma Axûndî heta gihîştin bi armancên me dê bidome.

Tevgera xwendekarên Îranê ji destpêka damezrandina xwe ve li zanîngeha Tehranê heta niha bi hûrbînî ve rastî gelek zilman hatiye û bi berevanîkirin ji mafên xelkê, bi bê tirs û du dilî têkoşa ye û xebata xwe kiriye .

Xwendekarên nerazî û bi helwest çi li serdema tarî ya paşayetiyê û çi jî di dema desthilatdariya olî û axûndî de hertimî hewl dane û di vê pêxemê de piraniya xwendekaran ji bo lihemberderkevtin li dijî neyarên gel û nîştimanê tevlî karwanê nemiran bûne.

Diktatoriya îslamî ji destpêkê ve zanibû ku hêza xwendekar li zanîngehan metirsiyeke mezin e li ser desthilata wan û ji ber wê jî di heyama desthilatdariya hikûmeta xwe ya dîktator de bi berdewamî xwendekar û xelk rastî serkutkirinê anîne.

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye, “em wek sê hevpeymanên siyasî tevî pîrozkirina roja xwendekaran, bi yekdeng û yekhelwest di rojên hatinî diyarkirî de tevî xelkê mêrxas û netirs ên Îranê dadikevine nav qad û kolanan û bi silogana jin, jiyan, azadî, îsbat dikin ku hemû neteweyên Îranê û tex û qatên cuda, hemû bi yekdengî ve hatine bo herifîna Komara cinayetkar a pet û sêdare.

Xwendekar dimire, lê bindestiyê qebûl nake

Pîroz be tevgera şoreşgerî ya jin, jiyan, azadî

Kongereya Netewên Îrana Fedral

Şêwreya Demokrasîxwazên Îranê

Hevpeymanî bo Azadî û Wekheviyê li Îranê