Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bo duyemîn roj mangirtina seranserî li bajarên Îran û Kurdistanê berdewam e

12:11 - 6 Kanûna pêşîn 2022

Îro Sêşemî 15`ê Sermawezê li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bo duyemîn roj, mangirtina seranserî berdewam bû, û welatiyan dukan û bazarên xwe daxistin.

li bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên weke : “Sine, Merîwan, Kirmaşan, Kozeran, Rewanser, Kamêran, Bane, Mihabad, Serdeşt, Seqiz, Sahêb, Urmiye, bajaroka Dize ya ser bi naçeya Mirgewer a girêdayî Urmiye , Bokan, Tikab, Dîwander, Şino, Pîranşar, Ciwanro, Serabile, Abdanan, Pîranşar, Pawe, Qurwe, Gêlanxerib” û çendîn bajarên din mangirtin berdewam bûye.

Herwisa li bajarên Îranê jî yên weke: “Tehran, Îsfehan, Tewrêz, Erdebîl, Qum, Ehwaz, Nîşabûr, Yezid” û 46 bajarên din bi awayeke seranserî mangirtin û dukan û bazarên xwe daxistin.

Pêka amarên hatinî belavkirin di yekemîn roja mangirtina seranserî ya roja 14`ê Sermawezê zêdetir ji 70 bajaran dukan û bazarên xwe daxistin û tevlî mangirtina seranserî bûn û bi yekîtî bersiva banghêjya navend û komên cuda yên ku hatinbûne belavkirin dan.

Herwisa hevdem digel mangirtinan seranserî ya dukandar û bazariyan “Ajotivan, Xwandekar, kerdarên navendên petrokîmiyan li Sine û Mahşehir, kedkarên kargeha helandina hesinan li bajarê Îsfehan û çend navendên din yên girîng mangirtin”