Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rabêrt Malî: “Dawî bijardeya Amerîkayê li dijî Îranê leşkerî ye”

11:47 - 1 Kanûna pêşîn 2022

Nûnerê taybet yê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo karûbarên Îranê careke din helwesta fermî ya dewleta “Biden” dubare kir û got: “Amerîka ti carî rê nade ku rejîma Îranê çeka navikî bi dest bixe.”

Pêka gotinên Rabêrt Malî hikûmeta "”Joe Biden” amade ye ku di dema şikestxwarina rêyên dîplomasî û tev rêyên xeyrî leşkerî bo sekinandina rejîma Îranê, wek dawî bijarde ji bijardeya leşkerî mifahê verbigire.

Rabêrt Malî di beşeke din a gotinên xwe de, rejîma Îranê bi binpêkirina mafên mirovan û piştevanîkirina ji terorîzmê di asta navnetewî de tawanbar kir. Herwisa ragihand ku Îran hewla pêşxistin û berfirehkirina bernameya mûşekî ya xwe dide, lê hêj ji meyandina oranyoma hewce bo çeka navkî dûr e, lê dikare di demek nêz de bi dest bîne û divê Amerîka li hember bisekine.