Îro Sêşemî 15`ê Sermawezê welatî û malbata şehîd "Fereydûn Ferecî" di çileya wî de li ser tirba wî amadebûn.
Bavê şehîd "Fereydûn" li ser tirba kurê xwe helbestek xwandin û digel xwîna kurê xwe peyman nû kir.
Ji aliyek din ve welatiyan ku li ser tirba wî şehîdî amade bûn silogana "Şehîd namire" dan û digel rê û rêbaza şehîdan peyman nû kirin.
"Fereydûn Ferecî" welatiyê bajarê "Seqiz"ê li roja 5`ê Xezelwerê di meşa xwenîşandanên seranserî li bajarê "Bane" bi teqeya rasterast a hêzên hov yên rejîmê hat şehîdkirin.