Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lîsteya 100 jinên leheng û bibandor yên cîhanê yên sala 2022`an

16:46 - 6 Kanûna pêşîn 2022

Di nav lîşteya 100 jinên bibandor û lenheng yên cîhanê yên sala 2022`an Çiyagera xelkê Îranê ya bi navê “Êlnaz Rikabî” jî cih girtiye.

Her di vê pêwendiyê de “BBC”yê ragihandiye, ev 10`emîn demsala jinê ye û em mifah ji vê derfetê vedigrin û lêkolînan encam bidin da ku jinên cîhanê yên ku di heyama vê dehkê de bandor û pêşkevtin li kar û barên cîhanê de hebûne bidin naskirin û navên wan di lîsetya jinên leheng yên cîhanê de bidin nivîsandin.

“BBC”yê di berdewamiyê de ragihand, tevî ku ji bo mafê jinan gavên pir mezin hatine havêtin, lê, dîsan hejmara pêşengên jin bigire heta tevgera mêran ya ji bo jinan li seranserê cîhanê wisa nîşan didin ku hîn rêyek pir dirêj li bona gihîştin bi mafên tewav yên jinan li pêşiya me heye.

Herwisa di vê lîsteyê de navê jinên ku di navenda pevçûnên li seranserê cîhanê yên di sala 2022`an de, ji xwenîşanderên ku bi lehengî daxwaza guhertinê li Iranê dikin û heya rola jinên di şer û berxwedana li Ukrayn û Rûsiyayê de rol hebûne jî hatiye nivîsandin.