Li Nûneratîya Stenbolê ya PAKê , roja Şemî, 3`ê Kanûna Paşîna 2022`an, bi navê "Rojeva Kurdistanê" panelek hat lidarxistin.
Her di vê pêwedniyê de, Salih Welîzade (Ji Rojhilatê Kurdistanê Çalakvanê Sîyasî), Ebdulah Gedo (Nûnerê ENKSyê), rewşenbîr û sîyasetmedarê Kurd Serbest Ferhan Sindî û Qasim Ergun(Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê) di derbarê rewşa her çar perçeyên Kurdistanê de hizr û nerînên xwe anîn ziman.
Beşdarên panelê jî pirsên xwe kirin, hizr û nerînên xwe anîn ziman.
Endamên PAKê û gelek rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd beşdarî panelê bûn.
Panel bi awayekî berhemdar bidawî hat.
Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê
3`ê Kanûna Paşîna 2022`an