Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdarana terorîst rê nade ku kesên birîndarbûyî li nexweşxaneyan bên dermankirin

16:58 - 6 Kanûna pêşîn 2022

Li hemû nexweşxaneyên Kurdistanê bitaybet li nexweşxaneya bajarê “Urmiyê” hejmarek zêde ji birîndarên xwenîşandanên seranserî hene, lê, karbidestên rejîmê biriyar dane û rê nadin ku pizîşk wan derman û neştergerî bikin.

Pêka hin belgeyan û herwisa hevpeyvîn digel çend kadirên dermanî û pizîşkî yên nexweşxaneyan bitaybet nexweşxaneyên bajarên “Urmiyê” rejîma Îranê ji rêya Spaha Pasdaran û hiraseta nexweşxaneyan rê nadin ku pizîşkên pispor welatiyên birîndar yên meşa xwenîşandana seranserî ku bo wan nexweşxaneyan hatine veguhastin neştergerî bikin.

Herwis niha rewşa beşek ji wan birîndaran nebaş e û di bin metirsiyê de ne, û hêzên rejîmê nexweşxane bi hûrî di bin kontirol de girtine.

Pêka hemû biriyar û yasayên navnetewî û konvasyonên navnetewî ew hewlên rejîma Îranê bo çaresernekirina birîndaran li nexweşxaneyan de cinayetek rohn û eşkere ye û herwisa bi jînosyîd tê naskirin.