Îro Sêşemî 15`ê Sermawezê di çileya şehîd “Zaniyar Ebûbekirî” welatiyên bajarê “Mehabad” û malbata wî şehîdî li ser tirba wî amade bûn.
Weke ku di vê dîmenê de xuya ye hejmarek zêde ji xelkê bajarê “Mehabad”ê bi hevre silogana “Şehîd namire” dan û sirûdên şoreşgerê belav kirin.
Xelkê Kurdistanê bi amadebûn li ser tirba şehîdan rêz ji xwîn şehîdan digirin û digel rê û rêbaza wan peyman nû dikin.
“Zanyar Ebûbekirî” kurê “Sultan” roja Pêncşemî 5`ê Xezelwerê di meşa xwenîşandanên seranserî li bajarê “Mehabad”ê bi teqeya rasterast a hêzên rejîmê hat şehîdkirin.