Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan li Îran û Kurdistanê\ Rejîm ber bi herifînê ve diçe

10:28 - 7 Kanûna pêşîn 2022

Duh şev 15ê Sermawezê, xelkê azadîxwaz li Îran û Kurdistanê rijiyane ser şeqaman û hem li dijî herifîna rejîmê silogan dan û hem jî benêrên rejîmê şewitandin.

Li bajar Êkbatan yê ser bi Tehranê xelk rijiyane ser şeqaman û siloganên wek “mirin bo dîktator, ew hemû sal cinayet mirin bo Wilayet û mirin bo Xamineyî” dan.

Li Êkbatanê hêzên rejîmê xelkê serhildêr dane ber gulleyên saçmeyî.

LI taxa Mecîdiyê ya ser bi bajarê Tehranê xelkê bi hilkirina agir, şeqaman daxistin û li dijî rejîmê silogan dan.

Xelkê azadîxwaz ên bajarê Tehranê duh şev li tax û bajarokên wek, Nesîm Şehr, Çîtger, Punek û Venekê li dijî rejîmê xwenîşandana kirin.

Azadîxwazan li bajrê Meşhedê jî hatine ser şeqaman û heta direngê şevê silogan dan.

Li Babolserayê xelkê benêra Xamineyî şewitandin.

Li Gulşehra Kerecê azadîxwaz hatine ser şeqaman û silogan dan ku “em temaşavanan naxwazin û tevlî me bin”.

Benêrên rejîmê li bajarê Erakê ji aliyê azadîxwazan ve hatine şewitandin.

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jî azadîxwaz bi hilkirina agir,  şeqam daxistin û li dijî binyata rejîmê silogan dan.

Li bajarê Kirmaşanê jî bi heman awayî xelkê serhildêr şeqam daxistin û silogana mirin bo dîktator dan.

Li bajarê Dîwandere, Dêwolan û Seqizê jî xelkê azadîxwa şeqam daxistin û li dijî rejîmê silogan dan.

Li bajarê Urmiyê xelkê azadîxwaz benêra rêberên rejîmê ya parka Cengelî agir berdanê û di nav agir de bû bi xwelî.