Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dawî amara şehîd û binçavkiriyên xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê

10:36 - 7 Kanûna pêşîn 2022

Organa komek ji çalakvanên mafê mirovî ya bi navê Hêranayê daye zanîn, ji 26ê Xermananê heta 14ê Sermawezê, 473 xwenîşander di xwenîşandanên seranserî yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine şehîdkirin ku, 64 ji wan temenê wan bin 18 saliyê ye.

Pêka amara “Hêrana”yê, di serhildana seranserî de, heta niha 18,227 xwenîşander ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîma Îranê ve hatine hinçavkirin û tenê nasnameya 3,603 kesan eşkere bûye.

Herwisa wê navenda mafê mirovî, di dawî amara xwe de ragihandiye ku, serhildana seranserî ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê di sêyemîn meha xwe de ye, û heta niha li 159 bajar û 143 zanîngehan meşa serhildana seranserî bi rê ve birine û di vê navberê de heta niha 591 xwandekar jî hatine binçavkirin.