Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sêyemîn roja girevgirtina seranserî\ hemû bajarên Kurdistanê di girevgirtina giştî de ne

11:11 - 7 Kanûna pêşîn 2022

Piştî vê ku azadîxwaz, sazî, hizb û aliyên siyasî û medenî banghêjiyek ji bo girevgirtina giştî li sê rojên 14, 15 û 16ê Sermawezê belav kiribûn, xelkê Îran û Kurdistanê pêşwaziyek baş kirin û dukan û bazarên xwe daxistin.

Îro roja Çarşemî 16ê Sermaweza 1401an a Rojî, xelkê azadîxwaz û bêzarbûyî ji rejîma dîtator a Îranê li bajarên wek Urmiye, Şino, Pîranşehr, Mihabad, Bane, Bokan, Dîwandere, Dêwolan, Sine, Ciwanro, Şabad, Kirmaşan, Îlam û Kamêran û…hwd, dukan û bazarên xwe daxistin û girev girtin.