Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêborîna Navneteweyî: Nabe civaka cîhanê bi îdiayên daxistina “Geşda Îrşad”ê bê xapandin

11:17 - 7 Kanûna pêşîn 2022

Saziya Lêborîna Navnetewî di daxuyaniyekê de ragihand, nabe civaka cîhanî li ser berdewamiya tundûtîjiya li dijî jin û keçan ji aliyê rejîma Îranê ve ku yasaya hîcabê berçav nagire û bi daxistina “Geşda Îrşad”ê bê xapandin.

Roja Şemî 12`ê Sermawezê bi nav Serdozgerê Giştî yê rejîma Îranê “Mihemedceifer Muntezirî”di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand: “Ti pêwendiyeke Geşda Îrşadê ji dozgeriyê re tuneye û li her cihê ku hatiye avakirin û wirda jî hatiye daxistin.”

Her di vê pêwendiyê de Saziya Lêborîna Navteweyî got: Civaka navnetewî û medyayên navdewletî divê rê nedin ku rayedarên Îranê bi vê yekê kiryarên xwe veşêrin.

Herwisa Heba Murayif, Birêvebira ofîsa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li Saziya Navnetewî de got: Heta roja ku hemû yasa û rêzikên “tohmetbar, sivikayetî û cudahîdanîn” yên li ser hîcaba bizorê neyên rakirin, heman tundûtûjiya ku bûye sedema girtin û kuştina Jîna Emînî, dê li dijî milyonan jin û keçên dinê berdewam be.

Rejîma Îranê dixwaze bi daxistina polîsê exlaqî raya giştî ji serhildana seranserî bixapîne û her lewma rêkxirawên navnetewî jî, ji civatgeha cîhanê daxwaz kirine ku bi vê yekê neyêne xapandin.