Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvanên medenî yên Merîwanê bangewaziya gireva giştî ya rojên bê kirin

12:23 - 1 Kanûna pêşîn 2022

Çalakvanên medenî yên Merîwanê bi belavkirina tirakt, silogan û banghêjiyek bo grêva seranserî, daxwaz li hemû xelkê Merîwanê kirin ku di rojên hatinî diyarîkirî de hemû dukan û bazarên xwe dabixin.

Çalakvanên medenî yên bajarê Merîwanê, roja Çarşemî 9ê Sermaweza 1401an a Rojî, bi belavkirina tirakt, silogan û herwisa banghêjiyek bo xelkê şoreşger ên Merîwanê, daxwaz ji xelkê Merîwanê kirin ku li xwenîşandan û mangirtinên xwe li dijî rejîma Îslamî ya Îranê berdewam bin û roja 14, 15 û 16ê Sermawezê bi mangirtina giştî û hatina ser şeqaman bêzarî û dijayetiya xwe li hember rejîma Îslamî ya Îranê nîşan bidin.