Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di roja xwendekaran de li Îran û Kurdistanê xwendekaran dest avêtin bi girevgirtinê

11:31 - 7 Kanûna pêşîn 2022

Di berdewamiya girevên giştî yên Îran û Kurdistanê de, îro hemû xwendekarên zanîngehan bi taybet li bajarên Kurdistanê dest avitên bi girevgirtinê û neçûne ser polên wanegotinê.

Îro Çarşemî 16ê Sermaweza 1401an a Rojî ku li Îranê bi roja Xwendekar hatiye binavkirin, hemû xwendekarên zanîngehên Îranê û nemaze yên zanîngehên Kurdistanê, gireva giştî ragihandin û neçûne ser zanîngehan.

Hemû zanîngehên Kirmaşanê ji ber gireva xwendekaran hatine daxistin û xwendekar naçine ser polên wanegotinê û biryar e demjimêr 3ê piştî nîvro digel xelkê serhildêr ên Îran û Kurdistanê dakevin nav qat û kolanan û li dijî rejîma Axûndî serhildanê bikin.

Hevdem li bajarê Tehranê û piraniya bajarên din ên Îranê, xwendekaran gireva giştî ragihandine û polên wanegotinê daxistine.