Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kerecê “Sipêhr E`izemî” welatiyê Kurd bi sedema kûrahiya birînan şehîd bû

11:45 - 7 Kanûna pêşîn 2022

Roja Sêşemî 15`ê Sermaweza 1401`an, “Sipêhr E`izemî”, welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Sehne yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê û rûniştiyê bajarê Kerecê ku li merasima çileya “Hedîs Necefî”a şehîda serhildana seranserî, ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîmê ve bi dijwarî birîndar bibû, bi sedema kûrahiya birînên xwe şehîd bû.

Duh “Sipêhr E`izemî”, li nexweşxaneya Medenî ya bajarê Kerecê ku bi teqeya rasterast ya hêzên serkutkar yên rejîmê bi dijwarî birîndarî bibû, şehîd bû.

“Sipêhr E`izemî”, roja 12`ê Xezelwerê, di çileya “Hedîs Necefî” li gorsitana “Bîbî Sekîne” de bi sedema teqeya rasterast ya hêzên serkutkar yên rejîmê hatibû birîndarkirin û di beşa pêragihîştina taybet ya nexweşxaneya Medenî ya bajarê Kerecê de razandibûn.

“Sipêhr E`izemî”, 24 salî bû û xwediyê kurekê û pêyrewê ola Yarsan bû.