Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Televîzyona “Press TV” ya bi zimanê Îngilîzî li setelayta “Eutelsat”ê hate daxistin

18:00 - 7 Kanûna pêşîn 2022

Televîzyona “Press TV” ya bi zimanê Îngilîzî ya ser bi rejîma Îranê ku belavkirina wê li ser kompaniya “Eutelsat”a Fransê bû, hate daxistin.

Kompaniya “Eutelsat”a Fransê bi vê Tviyê re ragehandiye ku weşana vê li ser satelayta navbirî hatiye rawestandin.

Yekîtiya Ewropayê berê ev Tviya rejîma Îranê bi sedema belavkirina nûçyên derewîn û belavkirina îtirafên bi zorê yên xwenîşanderên Îranê yên hatinî girtin, siza dabû.

“Eutelsat” yek ji mezintirîn dabînkerê xismetguzariyên weşana satelaytê li cîhanê ye û setelaytên vê kompanyaya Fransî tevahiya parzemîna Ewropa, Rojhilata Navîn, Afrîqa û Amerîka li xwe digire.