Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Belavoka “Time” jinên Îranê weke lehengên salê da naskirin

11:18 - 8 Kanûna pêşîn 2022

Belavoka “Time” bi îşarekirin bi serhildana xelkê Îranê ya li dijî desthilatê û tevlîbûna jin û keçan bê vê serhildanê, bûna bona bidestxistina mafên azadî yên xwe, weke lehengên sala 2022`an bi nav kir.

 Belavoka “Time” roja Çarşemî 16`ê Sermaweza 1401`an di nûtirîn babeta xwe de, bi îşarekirin bi tevlîbûna jin û keçan bi serhildana gelên Îranê ya li dijî desthilat û herwisa berevanîkirin ji jinê bo bidestxistina maf û azadiyên xwe, û hatina ser şeqaman a keç û jinên Îranê bi silogana “Jin, Jiyan, Azadî” bo gihîştin bi mafên rewa yên xwe, jinên Îranê bi lehengên sala 2022`an dest nîşan kir.

Belavoka “Time” jinên xwandevan, azadîxwaz û sikolar, weke rêberên şoreşa niha ya gelên Îranê daye naskirin ku, bo dabînkirina paşeroja azadî û wekheviyê, bi destên vala li hember hêzên dagîrkar yên rejîma Îranê rû bi rû bûne.

Belavoka “Tim”, wan kes an kesên ku zêdetirîn rol û bandora wan li ser bûyerên cîhanê hene, weke kesayetî û lehengên salê dest nîşan dike.