Şeva derbasbûyî 16`ê Sermawezê li bajarê “Sinê” ciwanekî Kurd yê bi navê “Homen Ebdulahî” temen 21 salî û xelkê texa “Hesenava” yê girêdayî wî bajarî di meşa xwenîşandanên seranserî de bi sedema teqeya hêzên rejîmê û berketina guleyên saçimeyî canê xwe ji dest da û tevlî karwana şehîdan bû.
Herwisa hatiye belavkirin ku li ser laşê wî şehîdî cihê lêdan û derbên batoman ku hêzên hov yên rejîmê lêxistibûn xuya bûye.
Şeva derbasbûyî termê “Homen Ebdulahî” nîva şevê di rewşek ewlehî de û bi hatina hêzek zêde yên rejîmê li “Hesenava” yê bajarê “Sinê” bi axê hat spartin.