Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bertekên Wezareta Derve ya Amerîkayê li hember êrîşên hêzên serkutkar yên li dijî xwandekaran

11:38 - 8 Kanûna pêşîn 2022

 Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê “Ned Price”, bi îşarekirin bi xwenîşandanên xwendekarên Îranê di "Roja Xwendekaran" de got: Wêrekiya gelên Îranê bi taybetî jin û keçan ji hemû cîhanê re îlhamê dide.

Roja Çarşemî 16`ê Sermaweza 1401`an, “Ned Price” di civînek rojnamevaniyê de got: Waşîngton ji êrîşên dirindane yên hêzên serkutkar yên rejîma Îslamî bo ser xwandekarên nerazî yên di dema amadebûna “Îbrahîm Re`îsî” serkomarê Îranê di zanîngeha Tehranê de agehdar e.

“Ned Price” di berdewamiyê de got: “Dibe xwandekar û zarokên Îranê paşeroja welatê xwe bin, lê, berpirsên Îranê êrîşî ser wan dikin û bi hezaran kes ji wan binçav dikin”.

Her di vê pêwendiyê de Organa komek ji çalakvanên mafê mirovî ya bi navê Hêranayê, di dawî amara xwe de ragihandiye ku, serhildana seranserî ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê di sêyemîn meha xwe de ye û heta niha li 159 bajar û 143 zanîngehan de meşa serhildana seranserî bi rê ve birine û di vê navberê de heta niha 595 xwandekar hatine binçavkirin.