Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên gelên Îranê berdewam e

11:50 - 8 Kanûna pêşîn 2022

Şeva derbasbûyî 16`ê Sermawezê xwenîşandanên gelên Îranê li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi awayekî berfireh berdewam bû.

Li bajarê “Tehran”ê xelkek zêde heta nîva şevê li ser şeqaman bûn û li dijî rejîma Îranê xwenîşandanên xwe berdewam kirin.

Herwisa li bajarên “Meşhed, Qezwîn, Gîlan, Lahîcan, Yasûc, Kirman, Erak, Îsfehan, Ehwaz, Yezid, Kerec, Bomêhên” û çendîn bajarên din xwenîşandan berdewam bû, û xelkê serhildêr bi dana siloganan, girtina rêyan, şewtandina binkeyên hêzên rejîmê û navendên melayên rejîmê, şewitandina maşînên hêzên rejîmê û … hwd, li nava bajaran de berxwedan.

Herwisa li bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî yên weke: “ Seqiz, Sinê, Merîwan, Qurwe, Ciwanro, Kirmaşan, Îlam, Dereşehir, Serabile, Dêwilan, Urmiye, Bokan, Bane” û çendî bajarên din xelkê serhildêr li ser şeqaman bûn, û bi girtina rêyan û dana siloganan, şewtandina hêmayên rejîmê û… hwd, li hember rejîma dagîrker sekinîn.

Hêzên rejîmê weke berê bi guleyan bersiva xelkê dan û di encam de li bajarê “Sinê” ciwanek şehîd bû, û çendîn kesên din jî birîndar bûn.

Hêjayê baskirinê ye ku tevî hebûna wan xwenîşandanan di heyama şevê de bi roj tev bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê di mangirtina seranserî de bûn û bo heyama 3`ê rojan dukan û bazarên xwe daxistin.