Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvanên Belûç bo roja Înê banghêjiyek belav kirin

12:03 - 8 Kanûna pêşîn 2022

Çalakvanên Belûç roja Pêncşemî 17`ê Sermawezê di banghêjiyekê de ji xelkê “Belûçistan”ê daxwaz kirine ku roja Înê piştî nimêja înê, li dijî rejîma Îranê û cinayetên wê rejîmê bêne ser şeqaman.

Di vê banghêjiyê de ku li jêr navê “şermizarkirina kuştina xelkê Zahidan û Xaşê bi dest hêzên rejîmê û herwisa rêzgirtin ji canê şehîdan” hatiye belavkirin û daxwaz kirine ku roja 18`ê Sermawezê bêne ser şeqaman.

Herwisa di beşek din a wê banghêjiyê de hatiye, bo şermizarkirina êrîşên ser mamosteyên olî û binçavkirin û sepandina cezaya bidarvekirinê bi ser wan de li ser şeqaman amade dibin.