Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di berdewamiya cinayetên rejîmê de ciwanek serhildêr hat bidarvekirin

12:32 - 8 Kanûna pêşîn 2022

Rejîma Îranê “Muhsin Şikarîfer” yek ji binçavkiriyên serhildana seranserî ku heyamek berî niha li şeqama “Setarxan” a bajarê “Tehran”ê hatibû binçavkirin û di dadgehek nedadperwerane de bi tohmeta “Şer digel xwedê” cezayê bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, îro Çarşemî 16`ê Sermawezê, li girtîgehê de bidarve kir.

Rejîma Îranê di dawiya temenê xwê yê biyûm de dest ji ti cinayetekê naparêze û bi sepandina cezaya îdamê bi ser binçavkiriyan de carek din dixwaze cinayetên dehika 60`an dubare bike.