Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Sinê dinavbera xelk û hêzên rejîmê de şer û pevçûn derket

18:25 - 8 Kanûna pêşîn 2022

Îro Pêncşemî 17`ê Sermawezê li bajarê “Sinê” serê sibê bi sedema polompkirina dukanên welatiyan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, li şeqamên “Firdûsî, Sîrûs û bazara Tanakora”yê di navbera xelk û hêzên rejîmê şer û pevçûn derket.

Hêzên rejîmê bi sedema beşdarîkirina xelkê di 3`ê rojên mangirtinên seranserî de dukanê wan polompkirine, û bi gaza rohndikrêj û guleyên saçimeyî êrîşî ser wan kirin.

Herwisa li bajarê “Rewanser”ê yê girêdayî bajarê “Kirmaşan”ê jî, dukanên welatiyan hatine polompkirin û welatiyên wî bajarî li hember îdareya Fermandariyê kombûn û daxwazkirin daku dukanên wan bên vekirin.