Îro Pêncşemî 17`ê Sermawezê malbata şehîd “Sarîna Sai`dî” û xelkê bajarê “Sine” di çileya wê de li ser tirba wê amade bûn û siloganên li dijî rejîma Îranê û binyata wê rêjîmê dan.
Pêka dîmanê welatiyan bihevre li ser tirba wê keça şehîd silogana “Şehîd namirin, Dayê negirî bo keça xwe emê hildin tola wê, Sarîna qehreman e û şehîdê Kurdistanê ye” û “Mirin bo Xamineyî” “Mirin bo caş” û çendîn siloganên din dan.
Welatiyên Kurdistanê tevî hebûna rewşek ewlehî û daxistina rêyan û gef xwarinên hêzên rejîmê rojan li ser tirba şehîdan amade dibin û rêz ji xwîna wan digirin û digel rê û rêbaza wan peyman nû dikin.