Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî di peyamekê de bidarvekirina Muhsên Şikarî şermezar kir

11:35 - 9 Kanûna pêşîn 2022

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Mistefa Hicrî, di peyamekê de bi tundî bidarvekirina Muhsên Şikarî şermezar kir û daye zanîn, rejîmê di dema desthilatdariya xwe de zêdetir ji 1820 welatiyên Kurd îdam kirine.

Deqa peyamê wiha ye:

Em bi tundî îdamkirina Muhsên Şikarî, hevwelatiyê mafxwaz li Tehranê ku di dadgeheke nedadperwerane de bi îdamê hatibû cezadan û her zû cezayê wî bi rê ve çû, bi tundî şermezar dikin û em digel malbat û hevrêyên wî hevxemiyê dikin.

Di heyama 43 salên derbasbûyî de aliyê kêm 1820 çalakvanên siyasî di Kurdistanê de li wiha dadgehên nimayişî de bi îdamê hatine cezadan û cezayê wan bi rê ve çûye.

Di Komara Îslamî de “Dadgeha Înqilab” emrazik e bo tepeserkirin û tirsandina xelkê Îranê û dezgehek bo kuştin û terora hikûmetî ye û yek ji hêza sereke ya sîstema cinayetkar a Komara Îslamî tê hesibandin.