Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirê xwenîşandana xelkê Îran û Kurdistanê natemire\ heta niha 481 serhildêr hatine şehîdkirin

11:52 - 9 Kanûna pêşîn 2022

Nêzî sê meh e ku xelkê Îran û Kurdistanê li ser şeqaman in û li dijî rejîma dîktator a Îranê serhildanê dikin û ciwanên serhildêr şeqaman çol nakin.

Li bajarê Sineyê piştî vê ku xelke zêde li ber deriyê mala şehdî Homen Ebdullahî kom bûn û silogana şehîd namirin dan, xelk rijiyane ser şeqaman û li dijî serkutkariyên rejîma dîktator silogan dan.

Li bajarê Sineyê ciwanên şoreşger heta direngê şevê li ser şeqaman bûn û li dijî rêber û binyata rejîmê silogan dan.

Li bajarê Îlamê, ciwanên azadîxwaz peykerê çendîn besîcan dane ber kolingan û hilûşandin.

Li bajarê Tehranê xelkê serhildêr rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê silogan dan û li Êkbatan û Setarxana Tehranê xelk heta direngê şevê li ser şeqaman bûn.

Li bajarê Nika yê ser bi Mazenderanê ciwanên şoreşger bi nav dadgosteriya rejîmê şewistandin.

Li bajarê Yezdê bi nav “Komîteya Îmdam” a rejîmê di nav agirê serhildêran de hate şewitandin.

Her li bajarê Yezdê ciwanan bi koktêl molotofan binkeya besîcan şewitandin.

Li gor amara Hêranayê ji 26ê Xermananê heta 16ê Sermawezê di nav serhildana seranserî li Îran û Kurdistanê, 481 serhildêr ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine şehîdkirin ku 68 kes ji wan zarok bûne. Herwisa 18, 242 xwenîşander hatine girtin ku tenê nasnameya 3,670 kesan eşkere bûye.