Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka îdamkirina Muhsen Şikarî hovane bi nav kir\ Karnasên Neteweyên Yekbûyî daxwaza rawestandina îdamê kirin

11:53 - 9 Kanûna pêşîn 2022

Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Koşka Spî bi nedadperwerî û hovane nadandina bidarvekirina Muhsen Şikarî got: Amerîka dê rejîma Îranê ji ber tundûtîjiya hovane ya li dijî xelkê xwe bersivdar bike û hevdem karnasên mafê mirovî yên Netewên Yekgirtî jî îdamkirina wî xortê 23 salî şermezar kir.

Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Koşka Spî “Jake Sullivan” roja Pêncşemê îdamkirina Muhsen Şikarî bi nedadperwerî û hovane bi nav kir û got ku ew hewldaneke neyînî ye ji bo tirsandina xelkê netirs yê Îranê.

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî, roja Pêncşemî, bi îdamkirina Muhsên Şikarî ji aliyê bi nav dezgeha dadwerî ya rejîma Îranê ve bertek nîşan da û ew nîşana serkuta hovane ya hewlên rejîma Îranê bo tepeserkirina dijber û xwenîşanderan da zanîn.

Hevdem, Karnasên Mafê Mirovî yên Netewên Yekgirtî, îdamkirina Muhsen Şikarî şermezar kir û derheq metirsiya canê xwenîşanderan ku ji ber tometên cuda ji aliyê bi nav dezgeha dadwerî ya rejîma Îranê ve hatine cezadan, huşdarî da.

Wan karnasan di daxuyaniya xwe de, behsa metirsiya li ser jiyana xwenîşanderan û hunermendên Îranî yên hatinî girtin, kirine û îşare bi “Saman Yasîn”, repêrê Kurd yê ku bi tohmeta “miharibe” hatiye cezadan, kirine.