Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka tora berfireh a qaçaxçîtiya neftê ya girêdayî Spaha Quds a Îranê tehrîm kir

11:56 - 9 Kanûna pêşîn 2022

Ofîsa Kontrolkirina Dahata Biyanî ya Wezareta Xezînedariya Amerîkayê (OFAC) toreke berfireh a qaçaxçiya neftê û dorlêdana tehrîmên Amerîkayê bi serokayetiya bazirganê Tirk yê bi navê “Sîtkî Ayan”, ku bi sedan milyon dolaran neft ji bo Spaha Quds a ser bi Spaha Pasdaran a terorîst hêsankarî dikir, hate tehrîm kir.

Tora bazirganî ya Ayan bi pilerdarên Spaha Pasdarana a terorîst yên wek “Bêhnam Şehriyarî û Rostem Qasimî” re hevkarî kiriye, û girêbestên firotina nefta Îranê bi nirxa sed milyon dolaran bi kiryaran li Çîn û deverên din ên Asyaya Rojhilat, Îmarat û Ewropayê re îmze kiriye.

Bi tehrîmkirina wê tora Ayan ji aliyê Amerîkayê ve, tev dahata kes û damezraweyên wê di Amerîkayê de çi li kontirola kesên di Amerîkayê de be û çi li bankan de be, dê bêne bilokekirin.