Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkarî: Em bidarvekirina ciwanên şoreşger şermezar dikin

11:57 - 9 Kanûna pêşîn 2022

Di demekê de ku zêdetir ji 80 rojî bi ser xwenîşandan û nerizayetiyên cemawerî yên xelkê Îranê re derbas dibe, spêdeha roja 17ê Sermawezê (8ê Kanûna Pêşîn) “Muhsên Şikarî” yek ji xwenîşanderên vê dawiyê, ji aliyê celadên Komara Îslamî ve hat bidarvekirin.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, tevî şermezarkirina vê tawana nû ya Komara Îslamî, ji tev xelkê Îran û Kurdistanê daxwazê dike ku li hember metirsiya bidarvekirina çalakvanên siyasî û girtiyên vê dawiyê bê deng nebin. Û herwisa li hemû partî û aliyên siyasî yên Îran û Kurdistanê jî, daxwazê dike da ku bona eşkerekirin û şermezarkirina bidarvekirina xwenîşanderên binçavkirî, alîkar û hevaheng bin.

Komara Îslamî bi berfirehkirina siyasetên serkut û bidarvekirina xwenîşanderan û xelkê nerazî, nikare paşekêşî bi xelkê serhildayî yên Îranê bike ku, daxwazkarê herifîna rejîma Komara Îslamî ne.

Em ji hemû rêkxirawên navdewletî yên mafên mirovî û civaka cîhanî daxwazê dikin da ku bi hemû şêwazekê rêgir bin li hember kuştina bikom a girtiyên siyasî û xelkê serhildayî yên Îranê.

Jin, Jiyan, Azadî,

Biherfe Komara Îslamî a Îranê.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

17ê Sermaweza 1401an a Rojî

8ê Kanûna Pêşîn a 2022an