Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civîna Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê û Partiya Azadî ya Kurdistanê

16:05 - 1 Kanûna pêşîn 2022

Roja Çarşemî 9ê Sermawezê, şandeke Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi serperestiya “Umer Îlxanî Zade”, berpirsê dewreyî yê navendê û Mihemed Nezîf Qaderî, serokê şanda Hizbê li Navenda Hevkariyê, serdana Partiya Azadî ya Kurdistanê kir û ji aliyê şanda Partiya Azadî ya Kurdistanê ve bi serperestiya Husên Yezdanpenah, Serokê PAKê ve pêşwazî ji wan hate kirin.

Civînê bi axavtinên Serokê Navenda Hevkariyê li ser du mijarên serekî yên serdana wan yên wek serhildana Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê û pirs û pêwîstiya hevkariya aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir.

Piştre Serokê Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), di axavtinên xwe de, ev civîne wek pêngaveke girîng ji bo bihêzkirina proseya hevkarî û rêkevtina di navbera Hizbên Rojhilatê Kurdistanê de ji bo bihêztirkirina xebata rizgarîxwaziya Kurdistanê û bidestveanîna mafê çarenivîsiya siyasî û gihîştin bi serwerî û bi dawîanîna Komara Îslamî nirxand.

Di hevdîtinê de her du aliyan nerînên xwe li ser rewşa niha ya Kurdistan û Îranê anîn ziman û tekezî li ser yekrêziya zêdetir di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de kirin. Herwiha tekezî li ser xurtkirina pêwendiyan û pêşxistina hevkariyên di navbera Partiya Azadiya Kurdistanê û Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê û karkirina hevbeş a bi hev re ji bo pêkanîna kargirûpeke hevnbeşa siyasî ya berfireh di navbera partiyên Rojhilatê Kurdistanê de kirin.

Di dawiya civînê de biryar hat dan ku di civînên bê de her du alî behsa pêngavên pratîkî yên xebata hevbeş û mekanîzmên pêkanîna yekrêziya zêdetir di navbera aliyên Rojhilatê Kurdistanê de gengeşe bikin.